Neteweyên Yekbûyî NY mezintirîn rêkxistina navneteweyî ye.
NY piştî şerê cîhanî yê duyemîn, di sala 1945an da hatîye damezrandin.
Navend a NYê li New York, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye.
Dewletên endam, nûnerên xwe dişînin wê navendê daku li ser mijarên cîhanî gotûbêjan bikin û biryaran bidin.
Niha hema hemû dewletên serbixwe yên cîhanê endamên NY ne.
Îro li dinyayê tam 206 dewletin serbixwe hene. Lê ji wan 193 dewlet endamê NYê ne.
Wek minak, ji wan dewletan 10 dewletên herî piҫûk ev in.
Vatîka, Monako, Nauru, Tuvalu, San Marîno, Liechtenstein, Gravên Marsahall, Saint Kitts, News Seyşel û Maldîv.
Gava mirov hinek li wan dewletan û dîroka wan dinihêre matmayî dimîne. Ji wan dewletan hinek bi rûpîvaniya xwe ji 600 dî heta 3000 kîlomêtreyên ҫarkoşeyî xwedî erdin. Nifûsên wan jî di navbera hezarî pencî hezarî da ne.
Nifûsê 10 dewletan hemû bi hev ra 638.770 ê.
Rûpîva van deh dewletan jî bitevayî, 12.950 hezar mêtreyê ҫargoşeyîne.
Lê bala xwe bidinê, Rûpîva Başûrê Kurdistanê tenê 80.000 hezar metreyên çarkoşeyî ye. Başûrê Kurdistanê îro xwedî 6 milyon nifûs e.
Başûrê Kurdistanê bi nifûsê xwe şêst carî bi tewayî ji van deh dewletên serbixwe yên endamên neteweyên yekbûyî zêdetir e. Bi rûpîva xwe heyştê carî ji van deh dewletan mezintire
Rûpîvana seranserê Kurdistanê 550,000 kîlometreyên çarkoşeyî ye.
Serjimêra nişteciyên Kurdistanê ji 50 milyonî zêdetir e.
Lê kurd îro jî hê li ser erdê xwe, ҫar perҫene û di bin bandora Tirk, Ereb û Ecema da dijîn. Kurdên xwedî 50î mîlyon nifûs he di demsala 21 de ji ziman û ji bingeha neteweyîyê dûr in.
Kurd miletkî qedîme, xwedî ҫand û dîrokî kevnare. Lê mixabin îro hê bê dewlet e.
Kurd ji sedî nod misilman in. Îro li cîhanê şêst dewletên islam hene. Ji wan bîst û sê dewlet Ereb in. Di nav ҫar dewletên islam û dagirker de Kurd bê îrada xwe bûne ҫar perҫe. Lê Kurd jî dikarin bibin ҫar dewlet. Bêşik Kurdistaneke yekbûyî û serbixwe di dilê her kurdekî de hatiye neqişandin. Lê bila Kurdistanêk serbixwe ҫê be hema bila ji Zaxo, Colemerg, Urmiye an jî ji Qamişlo pêk were.
Mesele Kurd û Kurdistan be, biratiya misilmanan jî bi biratiya enternasyonalîstan jî pere nake.
Îro li ber kurda yek rêyekî tenê heye. Ew jî bê îstîsna bi her alî de daxwezî û avakirina dewletek serbixwe ye. Li ҫar perҫên Kurdistanê, bi salane partiyên Kurd a bi daxwezin xweseri, otonom û federali heta roja îro bi serneketin.
Ji ҫar perҫê Kurdistanê herî mezin bakûr e. Iro rewşa kurdên bakûr li berҫavan e, ji bo pêşerojê û ji bo dewletbûyîna kurda li bakûr hêviyek tu ne.
Ji bo dewletbûnê hêvîyek nêzik hebe, ew jî Başûrê Kurdistanê ye. Li wir jî pirsgirêkên navxweyî peşî li Kurdistanek serbixwe digrin, Miletê kurd bi dil û can û bi bîr û bawer li paş biryara referandûma ji bo serxebûna kurdistanê disekine.
Bila Kurdistanek serbixwe ava be, bila tenê ji navҫekî be.
10.12.2018