Keça Kurd a Êzidî, Nadiya Murad îro li Osloyê Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2018an wergirt.
Nadiya Murad piştî wergirtina xelatê axaftinek kir û di axaftina xwe da got:
„Ji bo vê xelatê ez spasiya we dikim, lê bi rastî tu xelatek li cîhanê nikare rûmeta me vegerîne û dadmendiyê bicî bike.
Jenosîda ku ji alî DAIŞê li Êzidiyan hate kirin, jiyana tevahiya civaka Êzidî guherand. DAIŞê hewl da, ku pêkhateyeke sereke li Iraqê ji nav bibe. Divê tawanbarên şerê dijî Êzidiyan bêne cezakirin.
DAIŞê hemû xewnên min ji nav birin û jiyana me têk bir. Civaka me ev çar sal in di bin komkujiyê da ye.
Civaka Navneteweyî rê li ber vê komkujiyê negirt û nikarîbû vê komkujiyê jî rawestîne û nikarîbû cezayê tawankaran jî bide.
Gelek civakên din yên lawaz li cîhanê hene ku rubirûyê qirkirina nejadî dibin, cudakarî û guhertina nasnameyê dibin.
Parastina Êzidiyan û hemû civakên din yên lawaz berpirsiya civaka navdewletî û dezgehî dine, ew jî ji bo parastina mafê mirovan û kemîneyan e.”