Çend roj berê şandeya ku ji siyasetmedar û akademîsyenên bîyanî pêk tên, ji bo komcivîneke navdewletî gihîştin Qamişloyê.
Şande ji şêwirmendê leşkerî yê Fransayê Patrîs Franşêskî û wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê Kouchner û profesorê Zanîngeha Kolombiyayê David Philips û lêkolînerê stratejîk Cîrar Şaliyan pêk tê.
Komcivîn, bi serperiştiya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk û bi beşdariya hejmarek ji kesayetiyên siyasî yên xwecihî, navçê û cîhanê li bajarokê Amûdê Korbenda Qirkirina Etnîkî û Guhartina Demografî li Efrînê hate li darxistin .
Di komcivînê da wezîrê Derve yê Fransa yê berê Bernard Kouchner daxûyanîyek da. Kouchner di daxûyanîya xwe da dibêje; Fransa û Amerîka hetaheta li Rojavayê Kurdistanê namînin, divê Kurd ji bo pêkanîna aştiyê dest bi diyaloga niştimanî bikin
Bernard Kouchner, bang li Kurdên Rojava dike û dibêje; “Bawer nekin Fransa hetaheta li Sûriyê bimîne, niha ew ligel hêzên Amerîka li Rojava ye, karekî baş e, lê hetaheta namîne. Divê hûn dest bi karên xwe bikin, diyaloga niştimanî di nava xelkê xwe de bikin ji bo pêkanîna aştiyê, ji ber hûn li vî perçeyê berpirsyar in. Fransa û Amerîka ne berpirsyar in.
Hûn hêjayî wê yekê ne ku di aştiyê de bijîn û piştre ev navçe geş bibe û paşê dest bi guftûgoyan bi cîranên xwe re bikin ji bo vê navçê bi awayekî cudewaz birêk bixin.”
Bernard Kouchner, li ser pirsgireka Efrînê jî disekine û wuha dibêje; „Amadebûna me di Korbenda Guhartina Demografî li Efrînê de karekî mirovî ye, lê hûn berpirsyar in û divê hûn bixwe dest bi guftûgoyan bikin bo peydakirina aştiyê li vê navçeya pir bi pirsgirêk di navbera Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê de û di navbera siyasetên Trump û Putin de ku karekî gelekî dijwar e û dem pê pêwîst dibe, ji ber wê gava yekem li vir ji vê korbendê de dest pê bikin.”