Şêwirmendê berê yê Koşka Sipî ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Daniel Benyamîn di derbarê vekissandina ABDê ya ji Surîyê daxûyanîyek da.
Benyamîn di daxuyanîya xwe da dibêje; “Tirkiye herdem ji Amerîka dixwest ku têkiliyên xwe bi Kurdên Sûriyê ra qut bike, lê dibe derketina hêzên Ameîrkî ji Sûriyê bibe sedema ku sînorê Tirkiye bi Sûriyê, têkeve xeterê.
Di vekişîna Amerîka de, wate ji bo Herêma Kurdistanê jî heye. Yekem ew e ku ev şerê giran weke ku di rojekê yan du rojan da berî niha bûye, ji ber ku hevbeşên Sûrî di vî şerî da dabeş û lawaz dibin. Duyem, wateya wê yekê ye ku rola Herêma Kurdistanê di şerê terorê da û di paşerojê da, girîngtir dibe.
Tirkiye herdem xwestiye, ku Amerîka, li Sûriyê, ji Kurdan dûr bikeve, lê bi nemana Amerîka, dibe ku ew hêz çekên xwe ber bi Tirkiyê ve bizîvirînin û navçeyên başûrê rojhilatê Tirkiyê nearam bikin, lewma dibe tişta ku Tirkiye çend salan dixwest, gelekî ji berê xerabtir bibe…“