Îro salvegera kuştina Tahir Elçî bû. Sê sal berê Tahir Elçî li ber Minara Çarling û li ber çavê herkesi hate kuştin. Mixabin kujerên wî yên ku ji alî dewletê va tên zanîn hê jî nehatin girtin.
Tahir Elçi îro ji alî heval û hezkirîyên xwe va careke din, bi merasimek hate bibîranîn. Di merasimê da parêzerên Baro ya Amedê û yên herême bi cubeyên xwe cîh girtin.
Di merasima bîranînê da bi berdevkiya Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin daxuyaniyek hate belav kirin.
Di merasimê ggelek kesan di derbarê Tahir Elçi da bi kurtî axifîn ku ji wan yek jî Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî bû.
Nûşîrevan Elçî got: “Tahir mirovekî dilnizm û dostekî gelek baş bû, di karê xwe da jî parêzerekî gelek serkeftî û mirovekî mêrxas bû.”
Piştî merasîma bîranîna Tahir Elçî, heval û hogirên wî û malbata wî çûn sr tirba wî ya li Yenîkoyê zîyaret kirin.