Peyker û sembolên Kûrdî yên li şaredariyên Bakûrê Kurdistanê ji alî qeyûman yekoyek tên rakirin. Qeyûmê şaredariya bajarokê Têkora li ser bajarê Qersê, peykerê Şaîr û Rewşenbîrê Kurd Ehmedê Xanî rakir. Peykerê Ehmedê Xanî di sala 2013an da ji aliyê şaredarê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve hatibû danîn.
Demekî berê bûyereke wiha li bajarokê Bazîdê jî qewimî bû. Qeyûmê vê bajarokê jî dîsa peykerê Ehmedê Xanî bilind kiribû.
Di derbarê vê mijarê de Parlamenterê Berê yê HDPê Ahmet Yildirim dibêje: “Ji çî Ehmedê Xanî aciz bûn ku pênsed sal berî niha li vê cografyayê jiya ye û ji aliyê Wezareta Kulturî ve kitêbên wî hatine çapkirin, Herwiha navendeke kulturî ya bi navê Ehmedê Xanî jî girtine. Ji çî yê wî aciz bûn? Ew tabloyên ku navên Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî li ser bûn, çima anîne xwarê?.“
Di salên derbasbûyî de bi taybetî di dema hilbijartinan Erdogan jî wek sembolek behsa Ehmedê Xanî dikir.
Di kongreya partiya xwe ya di Tebaxa 2014an behsa çend kesayetiyan kiribû ku, tevgera wî îlham ji wan wergirtiye. Ji wan kesayetan yek Ehmedê Xanî yek jî Melayê Cizîrî bû.
Naverasta sala 2015an da jî bi biryara Encûmena Wezîran ya Tirkiyê, nave du firokexaneyên Bakurê Kurdistanê bi fermî hatin guhertin û navê firokexaneya Agirî bû Ehmedê Xanî û firokexaneya Hekarî jî bû Selahedînê Eyûbî. Her wiha di sala 2015an li bajarê Agirî Mûzexaneya Ehmedê Xanî hat çêkirin û kar û çalakiyên wî û yên şaîr û nivîskarê Kurd tê de hatin pêşandan.