Keça Kurda Êzidî Nadiya Murad, ku îsal Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtibû, li gel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron civiya û ew vexwend Şingalê.
Nadiya Murad, li Koşka Elysee li alî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron va hate pêşazîkirin.
Nadîya Murad, keça Kurda Êzidî ye ku bi karên xwe yên di derbarê zulma li ser jinên Kurdên Êzidî de tê nasîn û Xelata Aştiyê ya Nobelê ya îsal wergirt.
Li gor daxuyaniya nivîsgeha Emmanuel Macron, li ser daxwaza Nadiya Murad Serokomarê Fransayê soz daye ku 100 jinên Êzidî yên li jîyanê mane, wan li Fransayê bi cîh bike û ji bo nûjenkirina Şingalê alîkar be…
Nadiya Murad jî di Twitterê da dîyar dike ku, Macron ji bo nûjenkirina Şingalê ewê alîkarîyeke berfireh bike û xelkê Êzidî vegrin Şingalê jîyana xwe li wir berdewam bikin.