Pirtûka Ehmedî Xanî “Mem û Zîn” bi wergera Dr. Feryad Fazil ya ji bo zimanê almanî û îngilîzî hate weşandin.
Dr. Feryad Fazil di derbarê vê yekê da wiha dibêje: “Fikra wergerandina berhama Ehmedê Xanî ya Mem û Zin vedigere berî 36 salan. Mem û Zîn berî niha jî çend caran hatibû wergerandin, lê mixabin wergera wê ew qasî bi serkeftî nebû. Lewma min biryar da ku ez Mem û Zînê bo du zimanên sereke yên cîhanî, îngilîzî û almanî wergerînim.
JI bo wergera Mem û Zîn a îngilîzî EZ sê salan ligel yek ji helbestvanê herî bi bandor ê amerîkî Nich Koln xebitim.
Heta îro neheqîyek li wêjevanê mezin ê Kurd Ehmedê Xanî hatiye kirin. Shakespeare Îgilizan, Goethe û Shillerê Almanan, Firdewsî, Camî û Hafizê Farsan heye û yê. Yê Kurdan jî Ehmdê Xanî ye. Em dê hewl bidin ku Mem û Zîn jî di dîroka wêjeya cîhanê de cihê xwe yê girîng bigire.”