Ramîn Husên Penahî çalakvanekî Kurd e. Ew di roja 22ê Hezîrana 2017an da li bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê wek birîndarî hatibû girtin.
Dadgeha Îranê di derbarê wî da biryara îdamê dabû. Sedem fişarên raya giştî ya Rojhilatê Kurdistanê û herwiha yên navdewletî, îdamkirina Ramîn Husên Penahî nehate cîh.
Ramîn Husên Penahî du hefte berê bêyî agahdariya parêzer û malbata wî, ji zîndana Sine rakiribûn Recayî Şehr a Kerecê.
Li ser vê yekê Ramîn Husên Penahî li hember rewşa xwe û cîh gûhertina xwe, ji roja yekşemê ya bihurî dest bi girevê kiriye û weke nîşandana îtiraza xwe lêvên xwe dirûtiye.
Herwiha ew du roj in, rayedarên zîndanê rê nadin ku ew bi malbata xwe ra hevdîtinê bike.
Ramîn di peyameke vîdyoyî, tohmetên hikûmeta Îranê yê li hember xwe red dike û dibêje; „Ez ne terorîstim, ez tenê çalakvanekî sivîl im.“
Herwiha Ramîn di peyama xwe da spasiya xelkê Rojhilatê Kurdistanê û azadîxwazên Îranê dike, ku ew li hember rewşa wî bêdeng nebûne.