Topxane û firokeyên Îranê îro baregahên HDK û PDK-Î yên li navçeya Koyê ya Hewlêrê bombaran kirin.
Di encama bombebaran û topbarana artêşa Îranê da sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) ya Rojhilatê Kurdistanê Mistefa Mewlûdî jî birîndar bûye.
Di derbarê bombebaran û topbarana Îranê da, HDKê daxûyanîyek da. Di daxuyanîyê da tê gotin, ku dema baregah ahtîye bopmbebarankirin, komîteya navendî ya HDKê di civînê de bû ye. Di encamê bombebaranê de 5 kes şehîd û herî kêm 30 kes jî birîndar bûne.
Ji birîndaran yek Sekreterê HDKê Mistefa Mewlûdî û yek jî sekreterê berê Xalid Ezîzî ye.