Sedem hilbijartina parlamentoyê Partiya Demokrata Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê mitîngek saz kir. Serokê PDKê Mesûd Barzanî jî beşdari mitîngê bû û axaftinek pêşkêş kir.
Barzanî di axaftina xwe da got: “Hilbijartineke çarenivîsaz li pêşiya me ye. Eger Xweda destûr da û PDK serkeft dê guhertin û çaksaziyên mezin bike.“
Mesûd Barzanî li ser rola PDKê ya li Iraq û Kurdistanê dike sekinî û wiha got: „PDK nûnertiya piraniya gelê Kurdistanê dike. Ev hilbijartin derfeteke ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê baştir bibin û pirsgirêk werin çareserkirin. Em hertim dixwazin pirsgirêk bi xweşî, bi aştî û bi hev têgihiştin were çareserkirin. Lê ev nayê wê wateyê ku me ji armancên xwe paş da gav avêtine.
Hilbijartinên 30ê Îlonê çarenivîsaz in, ji bo vê yekê em soz didin ku li hember we rastgo bin û çi ji destê me were ji bo xizmeta we bikin.“
Barzanî di berdewamîya axaftina xwe da rewşa necîgir kir û got: „Kurdistan ya hemû Kurdistaniyan e û divê desteserkirina desthilat li hemû deran bidawî bibe. Em dixwazin hemwelatî hemû wekhev bin. Em qebûl nakin careke din li vê herêmê neheqî li baregahên PDKê, alîgirên PDKê û xelkê hejar were kirin. Em qet qebûl nakin ku ti kes tiliya xwe li yek çavdêrê hilbijartinan jî dirêj bike.“
Barzanî di dawîya axaftina xwe da bang li hemû kurdistanîyan kir û got: „Ji bo navmala Kurd rêk be û yekrêz be, me hemû tişt kir lê ev tenê bi alyekê nabe. Armanc û stratejiya me heye, kî ligel me hevnêrîn be em jî li gel wan yek mal û yek helest in. Lê ew ên li dijî vê yekê bin zehmet e em bi wan re bibin yek.”