Doh roja sêşemiyê sersal a enfalkirina Barzanîyan bû. Ji vir 35 sal berê, di 31ê Tîrmeha 1983an da 8 hezar Kurd ji ber kurdbûna xwe, ji mal û warê xwe hatin derxistin. Berê wan dan navçeyên başûrê Iraqê û piştre jî bo komelgeha zordarî ya Qoştepe hatin binaxkirin.
Bi beşdariya serok Mesûd Barzanî, doh li herêma Barzan merasima 35mîn a salvegera bîranîna qurbanîyên Enfalê hate lidarxistin. Hêjmarek konsul û nûnerên welatên bîyanî jî beşdarî merasimê bibûn.
Li herêma Barzan hewl tên dan ku monomênek ji bo heşt hezar enfalkiriyên Barzanîyan were çêkirin. Di derbarê vê yekê daRêbwar Remezan dîyar dike ku, Eew monument dê bibe aliyekî giring ê dîrokî. Jiber ki ji niha pê ve bi şêweyekî zanistanî kelûpelên kesên enfalkirî dê têde werin parastin û rûfatên wan jî dê bihên anîn.