Li Hewlêrê Yekemîn Konferansa Jenosîda Kurdên Êzdî hate lidarxistin. Konferans ji aliyê Navenda Lêkolînan a Rûdawê û Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Revandî yên Êzdî ve hatiye organîzekirin.
Di destpêka konferansê da Rêveberê Giştî yê Karûbarên Êzdiyan û Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Êzdiyên Revandî Xeyrî Bozanî axivî. Bozani di axaftian xwe da dibêje, „Jenosîda li ser Kurdên Êzdî bidawî nebûye û berdewam dike. Di êrîşa DAIŞê ya 3ê Tebaxa zêdetirî 6 hezar Kurdên Êzdî hatine revandin. Terorîstên DAIŞê 2 hezar û 500 sivîl kuştin. Ji bilî wê heta niha 62 gorên bi kom jî hatine dîtin. 68 cihên ayînî yên Êzdiyan hatine teqanin. 2 hezar û 800 zarok ji dayik û bavên wan hatine cihêkirin. Zêdetirî 360 hezar kes jî koçber û derbider bûn, ku niha jî di kampan de di şert û mercên zehmet de dijîn. Zêdetirî 100 hezar kes penaber çûn derveyî welat.”
Heta niha 3 hezar û 311 Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin . Lê hê jî 3 hezar û 102 kes jî wenda ne.
Kesên ku hatine revandin bi dare zorê ol û baweriya wan hate guhertin. Destdirêjî li ser keç û jinan kirin û ew firotin. Mejiyên zarokan hatine şuştin û zarok ji bo karên terorîstî hatine perwerdekirin.”
Bozanî di axaftina xwe da rexne li Civaka Navdewletî ji dike û wiha dibêje: “Civaka navdewletî ji çi ditirse ku heta niha ev tawana li hember Kurdên Êzdî wek jenosîd nas nekiriye? Mixabin hêj em dibêjin jenosîd berdewam e. Lewma em daxwazê li civaka navdewletî dikin, ku Şingal wek herêmeke siyasî û leşkerî nemîne, ji mayînan were paqijkirin.”
Çavkani: Rudaw