Li Hewlêrê ji bo 72mîna Salvegera Damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) merasimek hate organîzekirin. Di merasimê da Serokê PDKê Mesûd Barzanî axaftinek pêşkêşî beşdarvanên merasimê kir û got: “Niha dema wê yekê ye ku hemû alî xwe ji ber çavan derbas bikin û rûpeleke nû vekin. PDK destê biratî, alîkarî û dostaniyê ji hemû aliyan re dirêj dike. Em bi hev re dikarin destkefteke mezin bi dest bixin. Eger em bi hûrgilî temaşe bikin, çi destkeftên mezin ku hatine bidestxistin hene, di wan deman de bûne ku em bi hev re bûn, divê em ji wê ezmûnê îbret werbigrin.”
Barzani di axaftina xwe da li ser rewşa navxweyî û hilbijartinên parlamentoyê ya Herêma Kurdistanê da jî sekinî û wiha got: „Ji bo başkirina rewşa navxweyî ku giliyên me hemûyan hene, divê çaksazî werin kirin û pêngavên gelek mezin werin avêtin.
Divê hilbijartin were kirin û hikûmeteke nû û bihêz were avakirin, daku em hemû piştgirî bidin ji bo nehiştina kêmasiyan û destpêkirina çaksaziyeke bingehîn di hemû waran de.
Ez êdî hêvîdar im ku li şûna paşxistina hilbijartinan, em bifikirin ku çawa em hemû bi hev re hilbijartineke pak û bêpirsgirêk û şefaf encam bidin.
Em weke PDKê, bi ti awayî li gel paşxistina hilbijartinan nînin û em dê li gel wê jî nebin.”