ABD: Pêşketin bi vegera Brunson va mimkun e
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert îro di civîna rojane ya çapemeniyê de, li ser hevdîtinên şanda Tirkiyê yên li Washingtonê bersiva rojnamevanan da.
Nauert di bersiva xwe da got; „Hevdîtinên çareserkirina krîza di navbera Amerîka û Tirkiyê da berdewam in. Lê ji aliyê me va pîvan pêşveçûnê vegera Brunson ya mala xwe ye.“
Weke tê zanîn şandeke Tirk ya ji 9 kesî pêk tê, du roj berê ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Sullivan civiya bû. Herwiha ligel rayedarên Wezareta Darayî ya Amerîkayê jî hevdîtin hatibûn kirin, lê di derbarê wan da tu agahîyek zelal nehatibû belav kirin.
Ji alî Amerîkayê va tenê hatibû ragihandin, ku di hevdîtinan da gelek mijar, herwiha rewşa Keşîş Andrew Brunson jî hatîne gotûbêjkirin.
Rojname ya Îngilîz a bi nav û deng Fînancial Times jî îdia dike, ku Amerîkayê ji bo azadkirina Brunson heta roja Çarşemba pêşiya me mihlet daye Tirkiyê.