Li bajarê Silêmaniyê Şanoya Romanî bi fermî hate vekirin.
Şanoya Romanî ya ku di nava parka Hewarî Şar da hatîye avakirin, li Rojhilata Navîn cihê nimayişkirinê yê herî mezin e.
Di derbarê projeyê da Rêveberê Rewşenbîriya Silêmaniyê, Babekir Direyî radigihîne ku, ew proje ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye çêkirin û jibo wê 6 milyar dînar hatîye xerçkirin.
Projeya Şanoya Romanî ya ku li bajarê Silêmanîyê hatîye avakirin, li ser dîzayna Şanoya Kolosiyom ya Roma ya paytexta Îtaliya hatiye çêkirin. Ew avahiya dîrokî di serdemê împeratoriya Roma de hatiye avakirin.
Şanoya Romanî, roja 23.07.2018an da bi beşbûna cîgirê Serokwezîrê Hukumetâ Kurdistanê Qubad Talabanî, bi awayekê fermî hate vekirin.