Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis di rîya Brukselê da li ser vekişîna YPGê ya ji Minbicê daxuyanîyek da. Mattis di daxuyanîya xwe da dibêje, ew dê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya ku pêşengtiya Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) dike nadin aliyekî.
Li ser pirsa rojnamevanekî Mattis wiha dibêje: “Herdu welat ji bo berjewendiyên ewlehiya Tirkiyê hewl didin. HSD di dema xwe de bi têkoşîneke gelek dijwar tekane rêxistina ku DAIŞ têk birî ye. operasyonên li dijî DAIŞê gelekî girîng in. Em HSDê nadin aliyekî.
Mijare, mijareke taybet û gelek tevlîhev e. Qada herî tevlihev a şer e ku min dîtiye, lê di heman demê da ti guman nine em hewl didin dilgiraniyên Tirkiyê ji holê rakîn. Herwiha di heman demê de em DAIŞê jî ji nav dibin. Ev karaekî gelek zehmet e. Em vê yekê ne li dijî Tirkiyeyê, lê em Tirkiyeyê dihesibînin û gor wê tevdigerin.“