Piştî ku balyozxaneya Amerîkayê bi fermî li Orşelîm-Qudisê hat vekirin Filîstîniyan nerazîbûna xwe nîşan dan û xwepêşandan kirin. Dewleta Îsraîlê jî bersiv da û heta niha zêdeyî 60 Filîstînî hatine kuştin, bi hezaran kes jî birîndar bûn.
Sedem van bûyêrên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Dewleta Îsraîl wek dewleta terorê tohmetbar kir.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî bi rîya Twitterê bersiva Erdogan da.
Netanyahu di bersiva xwe da wiha dibêje: „Kesek ku li Tirkiye û Sûriyê destê wî bi xwîna hejmareke zêde ya Kurdan sor e, kesê herî dawîyê ye ku dersa exlaqê şer bide me.
Erdogan yek ji piştîvanê herî mezin ê Hemasê ye. Bêguman ew bi xwe bi baştirîn dizane wateya teror û komkujiyê çî ye?. Pêşniyarî Erdogan dikim ku bila ew dersa exlaqê nede me.“