Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo kovara Le Point piştgirîya xwe ragihand.
Wek tê zanîn Le Point di hejmara xwe ya dawîyê da Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wek “dîktator” bi nav kiribû. Berga kovarê jî bi wêneyê Erdogan hatibû amadekirin.
Piştî weşandinê, rêvebirên kovarê ragihandin ku ew ji alî alîgirên Erdogan va hatine tehdîtkirin.
Sedem vê yekê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û piştgirîya xwe ji bo kovarê ragihand.
Macron di peyama xwe da wuha dibêje: „Li Fransa yan jî li derveyê welêt rakirin posterên Le Ponintê nayê qebûlkirin. Azadiya çapemeniyê tiştekî bêhempa ye û cîhê ku karê çapemenî azad nemeşe, ew der dîktatoriyet e.“