Roja Duşemê xelkê Taxa Mehmûdiyê ya Efrînê cara yekemîn leşkereen Tirkiyê û çekdarên girêdayî wan bi xwepêşandaneke protesto kirin.
Tê goton ku çekdarên grûpên Islamî dixazin deriyê malekê bişkînin û malbateke ji xelkê Xûteyê tê de niştecî bikin. Xelkê Mehmûdiyê ev yek protestodikin û li dijî çekdaran derdikevin.
Çekdar Îslamî gulle bi ser xelkê da dibarînin û gef li Kurdan dikin ku dibêjin ew dê wan li Efrînê qir bikin.
Sedema vê yekê hejmareke mezin a ji xelkê taxê kom dibin û xwepêşandanek ber bi binkeya artêşa Tirkiyê dimeşin û daxwaza derxistina grûpên çekdar ji nav bajêr dikin.
Piştî xwepêşandanê, artêşa Tirkiyê biryara qedexekirina çûn û hatina nav bajêr ji saet 21.00ê şevê va qede kiriye.