Mesûd Barzanî sedem pêşmergetiya xwe ya 56 salî da daxunîyek da. Barzani di daxuyanîya xwe da radugihîne, ku di destkevta jiyana wî da tişta herî bilindtirîn û bi şereftirîn, pêşmergetiya wî ye.
Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Mesûd Barzanî di peyama xwe de dibêje, ku îro 56 sal bi ser pêşmergetiya wî re derbas bûye, ku ji roja yekem a destpêkirina pêşmergetiyê va heta niha û heta dawiya jiyanê, mezintirîn pile û paye ji bo wî her pêşmergayetî ye. Gelê Kurdistanêi hîmet û îradeya pêşmerge xwe ji bo ti hêzan neçemandiye.
Barzanî di peyama xwe da wuha dibêje:
„Bi navê xwedayê mezin û dilovan.
Îro 20 ê gûlane, pênceh û şeş sal berî niha û di rojeke weke îro de ew şeref bi min hate bexşîn ku bibim bi Pêşmerge. Ji wê rojê ve heta niha û heta di jiyanê de mabim, mezintirîn pile û paye ji bo min pêşmergetî ye, eve bilindtirîn û bi şereftirîn destkevta jiyana mine.
Her bi hîmeta Pêşmerge ye jî, ku gelê Kurdistanê ji bilî xwedayê mezin xwe ji bo ti hêz û aliyekê neçemandiye.
Serkeftin û serbilindî ji bo ewane ku, li gel mîlletê xwe xwediyê îrade û dozin. Ji miletê xwe ra dilsoz û rastgone.“