Serpwezîrê Îsraîl Benyemin Netanyahu, li ser hesabê xwe yê Twitterê da bersiva Serokkomarê Tirkîyê Erdogan da. Netanyahu di parvekirina xwe da qala gotrinên Erdogan ku di derheqê wî da gotibû dike û wiha dibêje:
„Erdogan hê hînî bersivdayînê nebûye. Lê divê bila hêdî hêdî hînî vê yekê bibe. Ew kesê ku Kibris dagir kirîye, ketîye nav axa Kurdan û li Efrînê sivîlan qetil dike nikare di derbarê xaslet û nirxên mirovahîyê da waez bide.“
Wek tê zanîn Serokkomarê Tirkîyê Erdoqan sedama bûyerên li Gazeyê qewimîbûn, Dewleta Îsrail û Serokwezîrê dewletê Benyamîn Netenyahu weke „terorîst“ tawanbar kiribû.