Ji bo propagandayên hilbijartinên parlementoya Iraqê, ji hefteyekê kêmtir dem maye. Kurd ji hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê ditirsin. Partiyên Kurdistanî yên ku li Kerkûkê beşdarî hilbijartinanan dibindibêjin ew ne destvekirî ne.
Jiber ku li dilê Kurdistanê, li Kerkûkê ne Pêşmerge he ne, ne jî ala Kurdistanê li ba dibe.
Ji alîyên din Partiya Demokrat a Kurdistanê-PDK li Kerkûkê hilbijartinan boykot dike. Di nav partiyên Kurdistanî da li Kerkûkê weke berê hevahengiiyek nîne û Kurd jî bi awayekî belawela diçin hilbijartinan.
Lê belê gor berpirsên YNKê ji van hemûyan girantir, li Kerkûkê tinebûna Pêşmerge û qedexebûna Ala Kurdistanê ye.
Li Parlementoya Iraqê 12 kursiyên parêzgeha Kerkûkê hene: Di hilbijartinên 2014an de, Kurd 8 kursiyên parêzgehê bidest xistibûn, lê ev demek bû ku Kurd biryarderên wî bajarî bûn. Niha kes nikare pêşbîniyeke rast ji bo dengên Kurdan bike.
Partiyên li Kerkûkê her yek ji aliyê xwe va hişyarî didin, lê hişyarîyên wan heta niha nebûye sedema helwêsteke hevbeş a Kurdistanî derkeve holê. Tevî ku piraniya niştecihên Kerkûkê Kurd in, lê nikarin ala û dirûşmên netewî pêşanî dengderan bidin.
Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî wuha dibêje: “Eger Pêşmerge venegere, neku tenê propagandaya hilbijartinê, roja dengdanê jî dê rê neyê dayîn ku lîsteyên Kurdî li hinek cihan ji bo binkeyan çavdêr deynin.”
Endamê PDKê yê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Kameran Mihemed jî dibêje: “Lê belê gelo kes dikare behsa wan tiştan bikin? Kesayeta Kurdan li Kerkûkê şikestiye û divê careke din rabe piya. Çima Şîe ala mezhebî hildidin, lê Kurd nikarin ala xwe bilind bikin. Şîe di ti hilbijartinan de deng bi dest nexistine, eger vê carê kursiyekî jî bi dest bixin yan jî gelek deng werbigrin, ev dê were wê wateyê ku di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin.”