Roja şemiyê şandeke bi serokatiya Hevseroka HDPê Pervîn Buldan serdana Başûrê Kurdistanê dike û ligel Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û çend aliyên din ên siyasî dicive.
Rayedarên HDPê radigihînin, ku armanca vê serdana şanda HDPê ji bo nêzîkirina aliyên siyasî yên Kurdî û pêkanîna yekîtiyeke netewî ye.
Li gorî agahiyên rayedarên HDPê, şanda navborî ji Hevseroka HDPê Pervîn Buldan û parlamenterîên vê partiyê, Osman Baydemîr, Feleknas Oca, Îmam Taşçîer û Bedran Ozturk û çend berpirsên din pêk tê.
Nûnerê HDPê yê li Başûrê Kurdistanê, Abid Îke di derbarê vê mijarê da radigihîne û dibêje: “Roja Şemî 7ê Nîsana 2018ê şandeke HDPê serdana Herêma Kurdistanê dike û dê ew şand li gel Mesûd Barzanî, herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û aliyên din ên siyasî bicive”.
Abid Îke derbarê acendaya serdana şanda HDPê bo Başûrê Kurdistanê de jî dibejê, di civînan da rewşa herêmê, nêzîkbûna aliyên Kurdistanê û pêkanîna yekîtiya netewî dê were gotûbêj kirin”.