Amerîka li bajarê Hewlêrê konsulxaneya xwe ya herî mezin a li cîhanê ava dike.
Îro li Hewlêrê kevirê hîmê komalgeha konsulxaneyê hate danîn.
Di merasima hîmavêtinê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Bexdayê Doglas Siliman, Konsulê Hewlêrê Ken Gros, berpirs û dîplomatên Herêma Kurdistanê û Amerîkî jî amade bûn.
Di merasimê da Doglas Siliman axaftinek kir û di axaftina xwe da got: “Amerîka bi qedr û giringî li Herêma Kurdistanê dinêre. Bi programeke di çarçoveya konsulxaneyê da alîkariya Herêma Kurdistanê dike. Birêvebirina darayî û xizmetguzariyên giştî bihêz dike ku dê ev pêşkeftin berdewam bin. Konsulxane ya nû dê bibe xaleke giring a hilberîn. Herwiha dê ji bo pêşvebirina çand û perwerdeyê bi berdewamî kar bike.”
Di merasimê da Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî axifî û di axaftina xwe da got: “Ev yek nîşana baweriya Amerîkayê ya ji niha û siberoja geş a Herêma Kurdistanê ra ye. Herwiha ev yek nîşan dide ku Amerîka dixwaze peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê pêşve bibe.”
Tê dîyarkirin,ku di nava konsulxaneya giştî de nivîsîngehên beşa tomarkirin, nîştecîkirin, hêsankirina piştgiriyan û hêsankariyên civakî jî hebin.
Konsulxaneya nû di nava 4 salan ava dibe û ji bo avabûna wê jî 600 milyon dolar tê xerckirin.