Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert îro di civîna çapemeniyê diyar kir ku, ew ligel Hewlêr û Bexdayê têkoşîna xwe ya li dijî rêxistina DAIŞê didomînin.
Heather Nauert di axaftina xwe da qala seredana Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerikayê John Sullivan a bo Bexdayê kir û di derbarê seredanê da wiha got: „Em di derbarê êrîşa hêza asmanî ya Iraqê ku li dijî DAIŞê ya li nav Suriye da agahdar in.
Amerîka rijd e ku, ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê bidomîne.