Şandeke Rojavayê Kurdistanê li Koşka Elyseeyê ligel Serokê Fransayê Emmanuel Macron civiya. Li gor daxwiyaniya Koşka Elyseeyê, Macron di civînê de soza alîkariyê daye Kurdan.
Şanda Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê ji nûnerên Kurd, Ereb û Suryanî ji van kesan pêk hatibûn
Hevseroka TEV-DEMê Asya Ebdulla, Hevseroka Encûmena Rêveberiya Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd, Hevseroka Desteya Peywendiyên Derve yê Kantona Cizîrê Sîham Qiryo, Endamê Desteya Rêveberiya Desteya Cizîrê Faner Gaet, Berpirsê Karûbarê Derve yê HSDê Rêdûr Xelîl, Berdevka YPJê Nesrîn Ebdulla û Nûnerê Rêveberiya Demokratîk a Bakurê Sûriyê li Fransayê Dr. Xalid Îsa.
Şanda Rojavayê Kurdistanê jî Serokê Fransayê Macron amadebûna xwe nîşan daye ku di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriya Demokratîk da navbijêniyê bike û herwiha hêzê xwe jî bişîne Minbicê.
Piştî civînê Hevseroka TEV-DEMê Asya Ebdulla li ser navê şandê daxwiyaniyek da û got: “Me ligel birêz Macron hevdîtineke erênî û girîng kir. Fransayê berî niha jî têkoşîna dijî DAIŞê û bi taybetî hevkariya xwe ya bo HSDê li Bakurê Sûriyê anîbû ziman. Derbarê êrîşa ser Efrînê de jî birêz Macron helwêsteke erênî pêşan da. Di hevdîtinê de, me êrîşa ser Efrînê û vegera xelkê Efrînê bo ser mal û milkên xwe, şerê DAIŞê û rewşa li Bakurê Sûriyê gotûbêj kir.
Ezmûna li Rojava û Bakurê Sûriyê wek modeleke baş hat dîtin. Birêz Macron ji bo Bakurê Sûriyê û Efrînê hevkariya welatê xwe dubare kir. Macron da zanîn ku dê ji bo Efrînê li ser hewldanên xwe yên dîplomatîk berdewam be. Heta niha ligel hêzên Fransî yên li Minbicê karekî hevbeş hatiye kirin. Lê pêdivî bi hevkariyeke hevbeş a zêdetir heye. Ji ber ku metirsiya DAIŞê berdewam e. Bi êrîşa Efrînê DAIŞ hinekî bihêz bû û dîsan dixwaze xwe komî ser hev bike. Birêz Macron dîyar ku ew dixwazin bi HSDê re kar bikin û hevkariya heyî jî dê bihêztir bikin.”
Derbarê civînê de Koşka Elyseeyê jî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê da wiha tê gotin: “Me soza hevkarî û garantiyê daye Kurdan. Em dixwazin di navbera Tirkiye û HSDê de navbijêniyê bikin. Herwiha em dê kar bikin ji bo Bakurê Sûriyê aram bibe.”