Serokwezîrê Awistirayê Sebastian Kurz berî zîrveya YE ji rojnameya Almanî Die Welt ra axifî û di derbarê Tirkiyê da daxuyanîyekê giring da. Kurz di daxuyaniya xwe da dibêje bila muzakereyên endambûna Tirkiyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê bê bidawîkirin.
Wek tê zanîn îro Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Konseya Ewropayê Donald Tusk û Serokê Komisyona Yekîtiya Ewropayê Jean Claude Junker li bajarê Varna yê Bulgaristanê beşdarî zîrveya Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê dibe.
Di civînê da peywendiyên di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê da, yên wek aborî, bazirganî, têkoşîna dijî terorê û polîtikayên derve tên guftugokirin.
Beriya civînê Serokwezîrê Awistirayê Sebastian Kurz ji rojnameya almanî Die Welt ra daxuyaniyek da. Kurz di daxuyanîya xwe da wiha dibêje: “Divê muzakereyên endambûna Tirkiyê ji bo Yekîtiya Ewropayê bê bidawîkirin. Heger em nirxên sereke yên demokratîk û binpêkirinên mafên mirovahî li ber çavan bigrin, Tirkiyê di muzakereyên ligel Yekîtiya Ewropayê da krîterên Kopenhagê bicih nake. Lewma jî divê muzakereyên endambûna Tirkiyê bê bidawîkirin.”