Hejmarek ji endamên Kongerêya Amerîkayê biryar dane ku filma Pêşmerge ya di nav avahiya Kongrêya Amerîka de were nîşandan.
Feylesof, nivîskar û derhênerê bi eslê xwe cihû yê Fransî Bernard Henri Levy dibêje ku karvedanên Amerîka piştî bûyerên 16ê Cotmehêli hemberî Kurdan xiyanetek bû. Hinek ji endamên Kongrêya Amerîka jî wê rastiyê dizanin û ji çawaniya mûamelekirina îdareya welatê xwe ligel wê bûyerê dilgiran in.
Bernard Henri Levy ji Rûdawê re radigihîne ku biryara nîşandana filmê Pêşmerge ji aliyê çend endamên kongirêya Amerîka va hatiye dayîn û ew endamên kongirêyê fam dikin ku xiyanetkirina Amerîka li Kurdan cihê şermezariyê ye û şaşiyeke mezin a siyasî ye.
Filmê Pêşmerge di sala 2016an da, di nava germiya şerê li dijî DAIŞê de hatibû kişandin û di heman salê de li Festîvala Canesê ya Navdewletî da hate nîşandan.
Ev film roja sêşemê demjimêr 7ê êvarî bi dema Washingtonê di nava Kongrêya Amerîka da tê nîşandan.
Bêrnar Lêvî daxwaz ji Kurdên Washingtonê û derdora wê kir, ku beşdarî merasîma nîşandana filmê Pêşmerge bibin.