Serokê Amerîkayê Donald Trump du ror berê John Bolton weke Şêwirmendê nû yê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê îlan kir.
John Bolton di dema George W. Bush da balyozê Amerîka yê li Neteweyên Yekbûyî bû.
Bolton ji Neo-Con’ên nû yek û dostê Kurdan tê naskirin. Bolton di dema referandûma Başûra Kurdistanê da piştgirîya referandûmê kiribû û ji bo Kurdistaneke serbixwe nîyeta xwe eşkere kiribû.
Bolton di meha Adarê da weke Şêwirmendê nû yê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê dest bi kar dike.
Piştî îlankirina şêwirmendîya wî Bolton dibêje: „Ji bo Amerîkayê giring e ku xelkê sivîl biparêze, hevpeymanên xwe biparêze, aboriya xwe biparêze, lewma gelek kar hene ku divê werin kirin.
Em dixwazin ji pevçûnan, bêhtir dûr bikevin, li gor min ji ber vê yekê ye ku serok ev rê hilbijartiye.” Bolton herwiha eşkere dike: “Rêya herî baş a dûrketina ji pevçûnan, hebûna şiyaneke leşkerî ya bihêz e. Weke ku di romanên kevn de tê gotin: Eger tu aştî dixwazî, xwe ji bo şer amade bike.”
Ev gotinên şêwirmendên nû yê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê ne. Hela emê binihêrin ewê ji van kîjan gotinên xwe bi Serokê Amerîkayê Donald Trump va bide kirin.