Berpirsa Karûbarên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini dîyar dike ku ew bi beşdarbûna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê ra civînek lidar dixin û di dicivinê da operasyona leşkerî ya Tirkiyê ya li ser Efrînê û navçeyên din gotubêj dikin.
re dîyar kir ku ew sedem rewşa Efrînê dilgiran in.
Berî destpêkirina civînê Federica Mogherini bi rojnamevanan ra axifî û di axaftina xwe da wiha got: “Me dilgiraniya xwe di derbarê rewşa Efrînê da nîşan daye, bi giştî ez û wezîran gelekî ji rewşa ku li Efrînê diqewime, dilgiran in. Divê hersê welatên gerenor ên Astanayê, wate Rûsya, Îran û Tirkiyê berpirsiyareke taybet bigrin ser xwe û ji proseya agirbestê piştrast bibin, ne ku aloziyan zêde bikin.“
Mogerinî di derbarê agirbesta ku Encûmena Asayişa Navdewletî erê kiribû da jî got: “Me karên xwe gihandin New Yorkê. Bi hewlên nûnerên Yekîtiya Ewropa di Encûmena Asayişê de projebiryarek hate erêkirin, lê ev yekem kar bû. Divê raste rast ev proje were bicîkirin û mekanîzma çavdêrîkirina wê jî hebe.”
Mogherini bal kişande ser rewşa mirovî û got: “Ji wê demê ve me zengê hişyariyê lêda ku rewş ji aliyê mirovî ve gelekî dijwar e.”