Li gorî çavkaniyên xwecihî yên Efrînê, karvana alîkariyên mirovî ya ji Qamişlo û Kobanê diçû Efrînê ji alî Tirkîyê va hatîye bombebarankirin. Karvanê ji kesên sivîl pêk dihatin, ji bo palpiştiya Efrînê diçûn herêma Efrînê.
Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Efrînê jî di derbarê vê yekê radigihîne ku, di encama êrîşê de kesekî sivîl canê xwe ji dest daye û 12 kes jî birîndar bûne. Ew kesên birîndar jî li nexweşxaneyê tên tedawîkirin.
Ji wan kesên sivîl yek jî bi navê Rojen, ji xelkê bajarê Amûdê yê û di derbarê êrîşa Tirkîyê da wiha dibêje: “Me xwest em xwe bigihînin Efrînê, lê firoke û topên Tirkiyê di ser me da bombe barandin. Kuştî û birîndarên me çêbûn, lê me xwe gîhand Efrînê.”
Artêşa Tirkiyê jî îdîa dike ku, di karvanê de çek û teqemenî hebûye. Lê ew kesên di karvan bûn, ew jî îdîayên Tirkîyê derew derdixin û dibêjin: “Em diçûn alîkariya gelê Efrînê lê firokeyên Erdogan em bombebaran kirin. Em ne leşker, lê xelkê sivîl in.”