Ofîsa Karûbarê Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di derbarê rewşa Efrînê da daxwuyaniyek belav kir. Di daxwiyaniyê da tê gotin ku, bi operasyona li ser Efrînê artêşa Tirk û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî wê, bandoreke nerênî li xelkê Efrînê dike.
Li gor texmînên Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY), ji destpêka êrişên Dewleta Tirk heta roja îro ji gundên Efrînê zêdeyî 15 hezar kes koçber bûne. Ew koçberên ku ji gund û bajarokên Efrînê hatine û gihîştine nava Efrînê, pêdivî hevkariyê ne.
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyanîya xwe ya di derbarê vê yekê da wiha dibêje:
“Ji nav bajarê Efrînê koçberbûna xelkê herêmê berdewam e. Di piraniya xaniyan çend malbat bi hev re dimînin. Mizgeft, dibistan û cihên giştî hatine vekirin û proseya xwendinê rawestiya ye.”