Li ser bangewazîya Wzîrê Dervê yê Fransa Jean-Yves Le Drian, Encûmena Asayişa Navdewletî îro li New Yorkê civîya.
Di civînê da rewşa Sûriyê, êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê hatin gotûbêjkirin û nirxandina.
Di civînê de, Balyozê Sûriyê Beşar Ceiferî jî di civîna Netewên Yekgirtî da li ser rewşa Surîyê û êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê axifî.
Ceiferî di axaftina xwe da rexne li rêvebirîya Neteweyên Yekgirtî kir û got: “Netewên Yekgirtî çavên xwe girtine û êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê nabîne.”