Sergey Lavrov diyar kir ku Amerîka dixwaze li Sûriyê rêveberiyeke xweser a Kurdan damezrîne.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji Euronewsê re axivî. Lavrov di axaftina xwe da rexne li siyaseta Amerîkayê ya li rojhilata navîn dike û dibêje Washington dixwaze Sûriyê dabeş bike.
Lavrov di berdewamîya axaftina xwe da wiha dibêje:
“Ez bawer im bi bikaranîna hêzên çekdarî, stratejiyeke Amerîkayê heye ku ew dixwazin herdem li Sûriyê bimînin. Ew yekîtiya axa Sûriyê û serweriya wê bin pê dikin. Ji bo parçekirina axa Surîyê xwe amade dikin. Amerîki hewl didin ku otonomiyeke Kurdan biafirînin. Loma Amerîka ji nuha da ji bo sedsalan li Surîyê xwe ji alî leşkerî va bi cih dike.“