Komîteya Pêwendiyên Derve ya parlamentoya Brîtanyayê bêhelwestiya hikûmeta wî welatî li hember êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê rexne dike û dibêje, Brîtanya li hember êrişên ser Efrînê bêdeng maye.
Komîteya Pêwendiyên Derve ya parlamentoya Brîtanyayê di derbarê pirsa Kurd û operasyona serbazî ya Tirkiyê ya li ser Efrînê da raporek pêşkêşî wezareta derve kir.
Di raporê da, rexne li bêhelwesta Londonê ya li hember êrişên Tirkiyê yên li ser herêma Efrînê û daxwaza helwesteke zelal ji hikûmetê tê kirin. Hin parlamenterên Brîtanî jî daxwazin ku, Tirkiye dawî bi êrişên xwe yên ser Efrînê bîne.
Ji wan parlamenteran yek jî parlamenterê Partiya Kar (Labour Party), Kelvin Hopkins e.
Hapkins di derbarê vê yekê da daxuyanîyek diyar dike û di daxuyanîya xwe da dibêje: “Di civînê de me bi zelalî behsa Kurdan û têgihîştina li wan kir. Ya ku ez bi xwe dixwazim, Kurdisteke serbixwe ye. Ji bo ku ew yek jî pêwîst e Tirkiye were razîkirin. Ji berku Kurd ji bo pêşkevtinê, ji bo azadî û aştiya li deverê hêzekî girîng in.“