Amerîka ji bo birêvebirina rojhilatê çemê Firatê planeke nû çê dike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi navê namzedên ji bo rêvebirîya li Surîyê destnîşan bike, mijûl e. şanderekî nû yê Serokatiya Amerîkayê bo Sûriyê.
Hinek rojnameyên Rojhilata Navîn li ser vê guhertinê disekinin û dibêjin: „Amerîka ji bo cîbicîkirina stratejiya xwe ya nû di rêveberiya xwe ya li rojhilatê çemê Firatê guhartinan dike.“
Rûsya û Amerîka di meha Gulana derbasbûyî da li hev kiribûn ku çemê Firatê di navbera artêş û hevpeymanên wan ên Sûriyê da xeta cudaker be. Loma niha rojhilatê Firatê, serbazgeha Tenefê, goşeya sînorê hevbeş ê navbera Sûriye, Iraq û Urdinê, bendava Tebqe û bajarê Minbicê di bin kontrola hevpeymanên Amerîkayê da ye. Deverên din ên li rojavayê çemê Firatê jî di bin kontrola hevpeymanên Rûsyayê da.
Gor hinek çavkaniyên Rojhilata Navîn stratejiya nû ya Amerîkayê ji van xalan pêk tê:
– Bihêzkirina Hêzên Sûriya Demokratîk – HSD
– Zêdekirina hejmara polîsan heta 25 – 30 hezar karmendan
– Berfirehkirina 5 balafirxane û binkeyên leşkerî
– Parastina deverên di bin kontrola HSDê da
– Li wê deverê bicihkirina dîplomatên amerîkî yên sivîl
– Bihêzkirina şiyana aboriyê bi sûdwergirtina ji çavkaniyên petrol û gazê
– Li gel Iraqê vekirina deriyên sînor
– Bi navê Sûriye ya Pêşeroj ragihandina partiyeke siyasî ya nû
– Li rojhilatê Firatê rêdana hebûna kesayetên opozîsyonê
Tê pêşbînîkirin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li kongreya hevpeymanên dijî DAIŞê, ya ku di rojên duşem û sêşema bê de li Kuwêtê tê lidarxistin, van mijaran gotûbêj bike.