Komîsyona Karûbarên Leşkerî ya Encûmena Nûnerên Amerîkayê duh civînek lidarxist. Fermandarê Fermandeya Hêzên Navendî yên Artêşa Amerîkayê General Joseph Votel jî beşdaî civînê bû û di derbarê rewşa karên xwe yê li dijberî DAIŞê komîsyon agahdar kir û got, „Herêma Kurdistanê hevbeşeke stratejîk a Amerîkayê ye û herwiha derbarê operasyona Tirkiyê ya li ser Efrînê jî bandorê li şerê li hember DAIŞê dike.
General Joseph Votel di axaftina xwe da dibêje, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevbeşeke stratejîk a Amerîkayê ye. Li Iraqê hê jî astengiyên siyasî û çandî hene. Nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê da hene, dibe ku di paşerojê de wê bibin sedema ne seqamgîriyê.”
General Votel li ser rewşa Efrînê jî sekinî û di derbarê vê yekê da jî wiha got; “Operasyona Tirkiyê li ser Efrînê, bi awayeke raste rast bandorê li hewldanên têkbirina DAIŞê dike. Peywendiya malbatî ya gelek şervanan YPGê bi Kurdên Efrînê re hene. Lewma em niha neçar in di navbera du bijardeyan yekî hilbijêrin. Gelo emê operasyonên li dijî DAIŞê temam bikin an alîkariyê bidin Kurdên Efrînê?
Lê divê Amerîka Tirkiyê îqna bike, da ku li xwe vegere. Ji ber ku operasyona wan a li ser Efrînê bandorê li ser şerê DAIŞê dike.”
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert jî duh dîyar kir ku, agirbesta ji alî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hatîye girtin, ji bo hemû axa Surîyê ye û Efrîn jî di nav da ye.
Li ser piresa di derbarê agirbestê da Nauert wiha got; “Eger hûn nexşerêyê binêrin, hûn dê bibînin ku Efrîn di nav sînorên Sûriyyê de ye. Divê Tirkiye biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî baş bixwîne. Agirbest ji bo tevahiya Sûriyê ye.”