Li Hewlêr a paytexta Başûrê Kurdistanê pêşangeheke wêneyan a taybet bi rewşa herî dawiyê ya Efrînê di bin navnîşana Berxwedana Efrînê da hatîye vekirin.
Di pêşangehê de bi dehan wêneyên taybet hene, ku ew êrîşên Artêşa Tirkiyê yên li ser Efrînê kirine û berxwedana şervanên YPGê û YPJê jî bersiva wan êrîşan dane, nîşan didin.
Di encama êrişên Artêşa Tirkiyê yên li ser Efrînê da, ji welatiyên sivîl jî hêjmareke mezin jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Serperiştiyarê pêşangeha Berxwedana Efrînê, Mihemed Hesen di derbarê armanca vekirina vê pêşangehê da ji Rûdawê ra wiha dibêje:
„Em dixwazin bi wêneyên di vê pêşangehê de peyamê bigihînin welatên cîhanê û civaka navdewletî. Bila ew li hember êrişên dewleta Tirk yên li ser Efrînê berdewamin, bêdeng nemînin.“
Yek ji amadekarê pêşangehê Dr. Mihemed Hesen ê ji Rojavayê Kurdistanê têkildarî pêşangehê bûye, di derbarê vekirinapêşangehê wiha dibêje:
„Piraniya van wêneyan komkujî û wêrankariya li Efrînê ji aliyê artêşa Tirk va pêk hatine, nîşan didin. Armanca me yek jî ewe ku, ji xelkê Efrînê re bibêjin em li gel berxwedana wene.“