Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson berî serdana xwe ya Enqerê, li Kuwêtê beşdarî civîna Hevpeymaniya Dijî DAIŞê bû.
Rex Tillerson di civînê da axaftinek kir û di axaftina xwe da li ser rewşa Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê jî daxuyanî da.
Tillerson di axaftina xwe da êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê nirxand û wiha got: “Em fikarin Tirkiyê yên ewlehiyê fêm dikin, lê em ji ber rewşa dawî ya herêmê dilgiranîn.”
Tillerson li ser alîkarîya ji bo herêm Surîyê yên ji DAIŞê hatine rizgarkirin sekinî û got: “Heta niha ji sedî 98 xak ji destê DAIŞê hatiye derxistin. Amerîka dê ji bo herêmên rizgarbûyî yên Sûriyê 200 milyon dolar alîkarî bide.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson roja pençşemê jî serdana Tirkiyê dike û wê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ra hevdîtinekê pêk bîne.