Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad îro di daxuyanîyeke çapemenîyê da ragihand ku, ew operasyonên Tirkiyê yên li ser bajarê Efrînê were kirin, dê wek êrîş li dijberî Surîyê binirxinin.
Gor agahîyên televîzyona dewleta Surîyê, Cîgirê Wezîrê DerveFeysel Mîqdad, di derbarê egera operasyona Efrînê da Enqerê hişyar dike û wuha dibêje:
“Her operasyona leşkarî ya ku ji alî Tirkiyê va li ser bajarê Efrînê bê kirin, em wê wek êrîşeke li dijberî temamîya Surîyê dinirxînin. Û heger firokeyên şer yên Tirkiyê hewldana êrîşekê bikin, hêzên parastina hewayî yên Sûriyê amade ne ku her firokeyeke Tirkiyê ji nav bibin.”