Endamên PDK û YNKê li ser cîhê civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê bi hev nakin. Endamên PDKê dibêjin bila civîn li navçeya Qerehencîrê, yên YNKê jî dibêjin bila li hola encûmenê ya li Kerkûkê pêk bê.
Ji 16ê Cotmehê vir da herdu partî jihev dûr û pirtûbelavî ne ku, ev rewş jî ji bo Ereb û Tirkmenan derfeteke zêrîn peyda kiriye.
Endamekî YNKê ji bo rewşa Kerkûkê wuha dibêje: “Kerkûk bajarê bêxwediyan e. Li Kerkûkê hemû kes ji bo xwe kar dike û tu kes nîne destê xwe bixe bin kevirê me û ji erdê rake.”
Herdu alî jî bawerîya xwe bi hatina leşkerên Amerîkî va girêddane. Ji civîna encûmana parêzgeha Kerkûkê pêşnîyar dikin ku, bila leşkerên Amerîkî ji bo salekî werin li bajêr bicîh bibin û di binçavdêrîya wan da civînçêbibe û parêzgerê nû were hilbijartin.
Endamê lîsteya PDKê yê encûmena parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal jî pêşniyarê dike û dibêje: “Ya baş ew e, ku hêzeke amerîkî li gel pêşmerge û artêşa Iraqê bi hevbeşî li Kerkûk û Xurmatû bin. Em dizanin Bexda vê yekê qebûl nake lê niha çareseriya herî baş ev e.”
Endamê YNKê Eskerî dibêje: “Bierebkirin ne pir belav e lê ti kes nîne ji destê wan bigre û bêje we nekin. Wezîr û rêveber bi dilê xwe mirovan dibin û tînin. Hemû kes ji bo xwe dike û bajar bê xwedî ye.”