Parlamentoya Kurdistanê, duh ji bo nirxandina rewşa Efrînê civîya. Piştî civînê, parlamentoyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyanîya parlamentoyê da êrişa Tirkiyê ya li ser Efrînê tê şermezarkirin, berevaniya rewa ya xelkê Rojava û Kantona Efrînê bilind tê nirxandin û ji berxwedana Efrînê ra hêviya serkevtinê tê xwest in.
Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe da helwesta xwe di 5 xalan da nîşan dike û 3 pêşniyaran li alîyên sîyasî yên Rojava dike..
1- Parlamentoya Kurdistanê êrişa Tirkiyê ya li ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê şermezar dike û ji Tirkiyê dixwaze ku, rêz li prensîpên yasayên navdewletî û cîrantiyê bigre û demildest êrişên xwe rawestîne.
2-Parlamentoya Kurdistanê ji Netewên yekgirtî û civaka navdewletî daxwaz dike ku, ew bi mebesta rawestandina êrişa nerewa ya Tirkiyê ya li ser Kantona Efrînê, bilez destwerdanê bikin.
3- Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji rêxistinên mirovî yên navdewletî û aliyên alîkarder jî dike ku, ew bi pêşkêşkirina alîkariyan û dabînkirina pêdawîstiyên bingehîn ên mirovî bi hawara xelkê sivîl ên Efrînê ve biçin.
4- Parlamentoya Kurdistanê, berevaniya rewa û mêrxasî ya jin û zilamên xelkê xweragir ên Rojava û Kantona Efrînê bilind dinirxîne û ji wan ra serkevtinê dixwaze.
5- Parlamentoya Kurdistanê sê pêşniyaran dike. Yek ji wan pêşniyaran ev e ku, sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Rojava ji bo gihandina alîkariyên pêwîst ên tendirustî û mirovi yê ji bo xelkê Efrînê, bi taybetî xelkê Rojava bi giştî were vekirin.”
Parlamentoya Kurdistanê di daxuyanîya xwe da bang li aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê jî dike dibêje:
1- Pêwîst e hêz û aliyên Rojavayê Kurdistanê bi berçavgirtina metirsiyên li ser ezmûna Rojava, nakokiyên xwe bidin alî û bi rêya diyalogê û hevqebûlkirinê, yekrêziya netewî durist bikin û destkevtên xwe biparêzin.
2- Ji bo bicihanîna erkên hevbeş ên niştimanî, em sazdana Kongreya Netewî ya Kurdistanê di vê qonaxê da dibînin ku, pêwîst e berjewendiya bilind a gelê Kurdistanê bi pratîkî li ser berjwendiyên îdeolojîk, hizbî û siyasî were girtin.
3- Em spasî û pesnê helwesta wêrekî ya cemawerê gelê Kurdistanê li Başûr û revenda Kurdistanî li welatên derve dikin, ku piştevanî li Efrînê û xelkê qehreman ê Rojava kirine. Hêvî dikin ku çalakiyên nerazîbûnê û xwepêşandanên ji bo bi dawî hatina êrişên Tirkiyê berdewam bin.