Cîgrê Serokê Amerîkayê Mike Pence di daxuyanîyek taybet da ragihand, ew şaşîtiyên ku hukûmetên berê derbarê Îranê da kirine, careke din dubare nakin.
Mike Pence roja yekê sala nû da dibêje, heta ku Donalld Trump serokê Amerîkayê be û ew jî cîgirê serok be, ew şaşîtiyên berê nayên dûbarekirin.
„Rêvebirîya Koşka Spî ya berê xwe da aliyekê û çavên xwe li ser berxwedana bihêz a xelkê Îranê ya li djî rejîma Komara Îsamî girtin. Berxwedana xelkê Îranê ya ku çend roj berê dest pê kir, ji bo hemû kesên ku li dijî zulmê şer dikin û azadiyê ye. Nabe em xelkê Îranê bi tenê bihêlin û em wan bi tenê nahêln jî.”
Wek tê zanîn, xwepêşandanên li Îranê pêk hatin, ji bajarê Meşhedê li bakurê rojhilatê Îranê ve dest pê kir û li çend bajarên mezin hê didome.