Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Kantona Efrînê di derbarê êrişên Tirkiyê ya li ser wê kantonê da tên kirin, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê li ser malpera fermî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê hatiye belavkirin da, rêveberiya kantonê daxwaz ji hikûmeta Sûriyê dike, ku li hember êrişên Tirkiyê hêzên xwe yên leşkerî bişîne wê Efrînê û sînorê wê herêmê biparêze.
Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê di derbarê parastina sînorên herêma Efrînê da dibêje:
“Em weke Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê careke din tesdiq dikin ku herêma Efrînê beşeke ji Sûriyê ye. Hêzên me yên Yekîneyên Parastina Gel di nava 6 salan de erkê xwe yê niştimanî li dijî êrişên rêxistina terorîstî ya DAIŞê û komên din ên terorîstî yên weke El Qaîde û yên din ku li ser axa Sûriyê ne û di parastina yekîtiya axa Sûriyê û saziyên wê yên niştimanî de rola xwe lîstin.
Niha ew beş ji Sûriyê rastî destdirêjiya dijminahiyeke neheq a ji derve ji aliyê dewleta Tirkiyê va hatiye, tişta ku gefê li yekîtiya axa Sûriyê û ewlehê û canê welatiyên sivîl ên ku li herêma Efrînê dijîn, dike. Armanca wê dijminahiyê qutkirina beşeke zêdetir ji axa Sûriyê bi rêya dagîrkirina herêma Efrînê ye.
Di demekê da ye ku em li hember êrişên ji derve û rêgirtina ji hewlên dagîrkeriya Tirkî ya li ser Efrînê berxwe didin. Em dewleta Sûriyê vedixwînin ku erkê xwe yê serwerî li hember Efrînê pêk bîne û sînorên xwe yên li gel Tirkiyê ji êrişên dagîrkeriya Tirkî biparêze. Heta niha zêdebarî ragihandina wê bi awayekê fermî, lê ew erkê xwe pêk neaniye û hêzên çekdar ên Sûrî ji bo parastina sînorên herêma Efrînê belav bike.“