Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê lı bajarê Soçî yê dest pê kir. Lê opozîsyona sereke û nûnerên Kurdan beşdarî wê kongreyê nebûn.
Şîrovekarên siyasî û pisporên Rojhilata Navîn jî dibêjin, sedema beşdarnebûna Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û nûnerên Rêveberiya Xweser, bi temamî ji ber dijbertiya Tirkiyê bûye, lê her çiqas nûnerên Kurdan beşdarî kongreya Soçiyê nebin jî, danûstandinên ligel wan berdewam in û ew jî mîsoger beşek in ji çareseriya krîza Sûriyê.
Kongreya Diyaloga Niştîmanî ya Sûrî heta nuha çend caran hate paştxistin. Wek hatibû ragihandin, pêwîst bû li gel nûnerên hikûmet û opozîsyonê, nûnerên Rojavayê Kurdistanê jî tê de beşdar bin. Lê wek diyar bû, di nav 1600 kesayetên civaka Sûrî de ne opoyisyona sereke, ne jî nûnerên Rêveberiya Xweser hene.
Roja pêşîn a Kongreya Soçî li pişt deriyên girtî bi gengeşiyên li ser belge û encamnameya hevbeş bi dawî bû. Heta derengiya êvara doh hewil hat dayîn ku Komîteya Danustankar a Opozîsyona Sûrî jî beşdarî Konreyê bibe, lê ti encam jê derneket.