Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr li Parlamentoya Tirkiyê di derbarê êrişa li ser Efrînê civîneke çapemeniyê saz kir.
Osman Baydemîr di civîna çapemeniyê da êrişa Tirkîyê ya li ser Efrînê dike, rexne kir û wiha got: “Neteweyên Yekbûyî propagandaya şer qedexe kiriye. Lê niha em di heyameke wusa da derbas dibin ku li wî welatî parastina aşitiyê weke sûc tê sepandin. Çima hebûna xwe bi mirinê ve girê didin? Jiber ku cenaze neyên vezelan çênabe û rejîma rewşa awarte berdewam nabe. Eger bi welatên din ra şer nebe mercên birêvebrina rêveberiya rewşa awarte ya tund dê nebin. Eger rewşa awarte nebe medya dê tiştên rast binîvise.”
Baydemîr helwesta parîya xwe jî destnîşan kir û got: “HDP nabe şirikê şer. Şer xiyaneta mirovahiyê ye. Şer mirin û kuştin e. Şer mirin û birîndarbûna mirovên bêgune ne. Şer wêrankirina bajaran e. Şer êş e, cînayet e, webal e. Vî gunehê nexin stûyê xwe. HDP dê nebe şirikê gunehên we birêz Kurtulmuş. Em her tim li hemberî vê yekê derketin.
Jiber ku ev ne operasyona Çiglê Zeytûnê ye, lê operasyona hewldana şandina tabuta ye bo dayîkên vî welatî. Ka we digot bila dayîk negirîn. Hê jî kesekî ku qasî sere derziyê rehim mabe dê wêneyê Erdogan ê li ser tabutê çawa îzah bike? Ev e hezkirina we ya welêt? Ki bi xwînê xwe xwedî dike? Ma hûn dê vê îxanetê nebînin û nenivisînin?”