Çavkaniyek dîplomatîk ji Gor rojnameya Şerq el Ewset a Erebî ya çapa Londonê ra diyar kiriye ku, Amerîka dê 10 pêngavan ji bo bihêzkirina pêgehê xwe li Rojavayê Kurdistanê bavêje.
Li gor çavkaniyê, Amerîka dê dîplomatkaran bişîne rojhilatê Firatê, encûmenên xwecihî bihêz bike, jêrxaneyên herêmê ava bike û rahênan û perwerdeyê bi saziyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bike.
Heman çavkanî eşkere dike ku, Amerîka dê binkeyên xwe yên serbazî li herêmê bihêle û karên dîplomatîk li wê herêmê jî zêdetir bike.
Berpirsên YPGê, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Demorkatîk ku kontrola herêmê di destê wê partiyê de ye, pêştir çendîn caran daxwaz ji Amerîkayê kiribûn ku, asta pêwendiyên xwe yên leşkerî derbasî qonaxa siyasî bike.