Hevseroka PYD Ayşe Hiso di derbarê Efrîn da daxuyanîyeke rojnamevanî da dîyar dike ku eger Tirkiye êrîşî Efrînê bike Efrîn dê bibe goristana leşkerên Tirkiyê.
Hiso dibêje, hemû xelkên Efrînê bi biçûk û mezinên xwe va amade ne ku berevaniya Efrînê bikin.
Demeke dirêj e Tirkiye gefa wê yekê dike ku dê êrişî Efrînê bike. Rêvebirên dewleta Tirk di her firsendê da dîyar dikin ku, ewê herêmê ji kontrola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û baskê leşkeriyê wê YPGê derbixin.
Hevseroka PYD dide zanîn ku, ji destpêka kirîza Sûriyê ve Efrîn ji her sê aliyên xwe yên Sûrî ve dorpêçkirî ye û ji aliyê Tirkiyê ve jî rastî topbaran û gefan tê.
Ayşe Hiso di dawîya daxuyanîya xwe da dibêje, „hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jêhatîbûna xwe di şerê li dijî terorê da nîşan dane û bûne semboleke cîhanî. Ew dikarin li dijberî Tirkîyê Efrînê jî biparêzin.