Serokê Rûsya Viladimir Putin li Moskovayê konferansa rojnamevanî ya salane lidarxist. Di konferansê da pirsên rojnamevanên ji her welatî bersivand.
Vladimir Putin bersiva pirsa nûnerê Rûdawê ya derbarê referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Rûsya yên li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê wuha got. „Referandum mijarek e ku pêwendiyî bi Kurdan bi xwe ve heye, lê belê Rûsya hêvî dike ku pirsgirêk bi rêzgirtina ji Destûr û yekparçeyiya xaka Iraqê bihêne çareserkirin.“
Putin di derbarê pêwendîyên Rûsyayê yên bi herême Kurdistanê da jî axifî û got. „Pêwendiyên Rusyayê yên bi Kurdan ra pêwendîyên dîrokî û dûr û dirêj in. Tu tiştek nikare wan pêwendiyên dîrokî têk bibe.“
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê da destûra bingehîn ya Iraqê nîşan kir û di derbarê tekîlîyên Rusya û Hewlerê yên aborî da jî wuha got: „Kompaniyên Rûsya li Herêma Kurdistanê kar dikin û wê yekê ji îro şûnda jî wê bike.“